• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Ji ser zimanê hevaldozên wî Mele Mustafa Durgun
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Mustafa Durgunê ku nêzê 74 salan xizmetên Îslamî kirîye, di nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîla ku li wê derê tedawîyê didît de rihê xwe ji rehman re teslîm kir.

Ji hevalê Seyda Mele Mustafa Durgun, Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçarslan û Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Şenlîk Xoce derheqê îlm, exlaqa xweşik, micadeleya Îslamî û zehmetîyên ku di vê rê de kişandîye de axivîn û ev gotina hevpar gotin “Seyda xizmetkarê Quranê bû”

“Mele Mustefa, di xebata dawetê de cîheke ku li Tirkîyê neçûbe nemabû”

Mele Enwer Kiliçarslan îfade kir ku ew di sala 1983yan de dema ku seyda Mele Mustafa li Erxenîyê di mizgeftekî de  îmam xetîb bû ji ber ku rewşa wî ya qefaltinê hebû hatibû zîyareta merhum û ew bi vê şeklê wî naskiribû, dûre wî axavtina xwe weha zêde kir, “Ji wê rojê heta îro seydayê me xizmetên Îslamî dikir. Çawa ku Pêxemberê me di temamê emrê xwe de teblîxê kiribû û ji xwe re Xwedê şahid kiribû ez dikarim ji bo Mele Muetafa jî bibêjim ku di çarçoveya xebatên îrşadê de li Tirkîyeyê cîhekî ku ew neçûbe nemaye. Ew ji bo xebatên îrşadê li derve dima, di bajarên dinê de mêvan dibû û li mala xwe nedisekinîya.”

Mele Enwer, “Mele Mustefa di demên xwe yên berê de jî ji Quranê re girêdayî bû lê di demên xwe yên dawîn de ev girêdaybûna wî gelek zêde bûbû û wisa bawer dikim ku ew ê Quran di alîyê başîtîya wî de ji wî re şahidîyê bike. Wî li Dîyarbekir û Erxenîyê dersên Quranê û tecwîdê dida. Di vê dewra ku di civaka me de tecwîd gelek hindik tê zanîn de ew gelek telebeyên me hînê tecwîdê kiribû. Hetta me jî di alîyê tecwîdê de ji wî dersan digirt. Carna di warê tecwîdê de kîjan îfade di kîjan sûre û kîjan ayetê de derbas dibû ji me re digot. Ew di vî warî de xwe gelek pêşve biribû.”

“Ew, wek Ebu Zer bû. Her tiştê wî zelal bû, ji tu kesî neditirsîya û şerm nedikir”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ew bi tevî van dersan li hember kufrê jî micadeleyê dikir û dûre weha got:

“Li gorî ev hedîsa ku ‘Alim warisên pêxemberan e.’ Ew jî yek ji warisên Pêxember bû. Ew xizmetkarê Quranê bû. Seyda Mele Mustafa Durgun; li ser xwendin û emelkirina Quranê, tecwîd û tefsîrê de gelek xebatên wî çêbûbûn. Heta ku rihê xwe jî teslîm kir wek xizmetkarê îlmê dixebitîya. Ew çawa ku ehlê îlmê bû li hember kufrê jî micadeleyê dikir. Ew bi PKKyê ku li ser fikra Komînîzma ku Ustad Bedîuzzeman derheqê wî de dibêje ew civakê xera dike re micadeleyê kir. Xwedê ew micadele û cehda wî ya xebatê ji me re jî bike nisîb. Bira Rebbê min rehmeta xwe li ser wî bibarîne.”

Mele Şenlîk ku ew jî wek Mele Enwer bi Seyda Mele Mustafa re hevaltîyê kirîye jî weha got, “Bira mekanê Seyda Cennet-ul Fîrdews be. Ew ji ummet û cemaeta îlmê re însanekî bifeyde bû, me tevan ji wî îstîfadeyê kir. Bi rastî jî ew muallîmekî baş bû, telebeyan perwerde dikir, bi duzen û bi dîsîplîn bû. Însanê wek wî gelek hindik in. Seyda telebeyan nedibijart. Ew ji me re digot, ‘kîjan telebe ji we re nabe, wî bidin min ez wî duz bikim.’ Bi rastî jî hinek zarokên nerehet hebûn û ew li cem herkesî nedixwendin lê dema ku me wan teslîmê seyda dikir ji wan zarokan cewherekî derdiket. Ew wek Ebû Zer bû, her tiştê wî zelal bû, ji tu kesê neditirsîya û şerm jî nedikir. Çi ji 28ê Sibatvanan çi ji PKKê çi jî ji Fasiqan… ew wêrek bû, bicesaret bû û yekî gelek baş bû.”

“Xayeyekî wî tenê hebû: Hakimbûna Îslamê a ji heyatê re bû”

Şenlîk weha got, “Seyda gelek rojên zehmet dît, ji bo dewa Îslamê bedêlên mezin da. Malê xwe da, ewladên wî belav bûn, mihaceretîyê dît û heyata zindanî jîyan kir, îşkenceyan dît. Yanê ew gelek tiştan dît. Xayeyekî wî tenê hebû: Hakimbûna Îslamê a ji heyatê re bû. Xeyn ji vêya tu xaye û hedefekî wî tinebû. Bira Xwedê bi rehma xwe pê şa bike. Mekanê wî cennte be. Me jî ji rêya wî dernexe. Bira cemaeta Îslamê jî bêseyda nehêle. Bira seydayên ku cîhê Seyda Mele Mustafa Dugun tijî bikin perwerde bike înşaallah. Gelek kes hene ku di sireyê de ne. ÎTTÎHADUL ULEMA di vê meseleyê de temeleke baş avêtîye. Ked û temela seyda jî di li wê derê de heye. Ev ked beredayî nîne, bi îzna Xwedê ew ê zû an jî dereng ew ê mêwa xwe bide. Xwedê Teala bira me bi wan mêweyan mikafat bike. Hem di dinyayê de hem jî di axiretê de bira seydayên me mihafeze bike.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir