Li Îmaratê qezaya helîkopterê: 2 balafirvan mirin
Li Îmarata Yekîtîya Ereban di encama ketina helîkopterê de 2 balafirvan canê xwe ji dest da.
Otorîteya Hewayî ya Sîvîl daxuyand ku li nêzê Perava Emîrtîya Um el-Kayveynê helîkopter ket xwarê, helîkoptera ku ket xwarê jî aîdê şîrketa AeroGulfê ye û du balafirvan jî canê xwe ji dest dan.
Derheqê sedema qezayê de lêgerîn tê kirin. (ÎLKHA)