• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beşdarî şîna malbata Yilmaz bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku bi tevî lijneya partîya xwe beşdarî şîna ku li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê ye bû, ji malbata Yilmaz re sersaxîya xwe pêşkêşî kir.

Reşat Yilmaz bavê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Halef Yilmaz ku xwînarîya mêjîyê derbas kiribû û di Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Dîyarbekir Gazî Yaşargîlê de bû 9 mehe tedawîyê didît, di nexweşxaneya ku tedawîyê didît de rehmet kir.

Şîna Yilmaz ku li Goristana Yenîkoya Dîyarbekirê hatibû definkirin di Mizgefta Şîna Hezretî Alî de hatibû dayîn.

Di weşana ku li ser hesaba fermî ya HUDA PARê de hatibû belavkirin de weha hat gotin:

“Serokê me Birêz Zekerîya Yapicioglu, beşdarî şîna bavê Alîkarê Serokê me Birêz Halef Yilmaz ku wefat kiribû bû.

Ji merhûm re em ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin, ji malbat û hezkirîyên malbata Yilmaz re sersaxî û sebrê daxwaz dikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir