• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Weqfa Êtîman ji zarokan re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman yê ku ji bo sala perwerdehî û hînkirina 2023-2024an bi şîara “Tu Jî Êtîmekî Bide Xwendin” xebata alîkarîya qirtasîyeyê dabû destpêkirin, dest bi pêvajoya belavkirina alîkarîyan kir.

Hat destnîşankirin ku di nav pakêtên ku ji xwendekaran re bên belavkirin de qelem-sîlgî, defter, boyax û tiştên dinê hene.

Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Êtîman Recep Bozkir derheqê xebatan de agahîyan da û diyar kir ku ew vê salê armanc dikin ku xwe ji gelek zêde xwendekaran re bighêjînin.

Bozkir weha axivî, “Armanca me ev e ku em li Tirkîyê ji bi hezaran xwendekarên êtîm re alîkarîya qirtesîyeyê bikin. Ji malbatên ku me wan tespît kirîye rewşa wan a meddî ne baş e re, her meh alîkarîya pere û qirtesîyeyê dikin.”

Bozkir di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew wan alîkarîyan bi xêra xêrxwazan dikin û daxwaz kir ku bira xêrxwazan alîkarîyên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir