• DOLAR 32.195
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2507.627
  • ...
Li Hong Kongê barana zêde bû sedema mirina 2 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bahoza Haikui li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê ya Çînê bi bandor bû.

Dema ku kolan û cedde veguherî golê, wesayît di nava lehiyê de hatin kaşkirin.

Navendên danûstendinê, îstasyonên metro û binerdê di bin avê de man.

Polîsê Hong Kongê ragihand ku termê 2 kesan li nuqteyên cuda hatine dîtin.

Rêveberiya Nexweşxaneya Hong Kongê ragihand ku ji ber lehiyê 110 kes birîndar bûne.

Ji ber ku îro li dibistanan perwerdehî hat rawestandin, cihên kar jî hatin girtin.

Navenda Çavdêriya Meteorolojiyê ya Hong Kongê rêjeya barana bi şev 158,1 mîlîmetre ragihand û hat diyarkirin ku ji sala 1884an vir va barana herî zêde bariye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir