• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2528.57
  • ...
“Pêşeroja mirovên ku kitêb dixwînin ronî ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Prof. Dr. Şemsettîn Dursun, bi minasebeta “Roja Nivîsandin Xwendina Dinyayê a 8ê Îlonê” ji ÎLKHAyê re daxuyanîyan da, wî di daxuyanîya xwe de derheqê muhîmtîya kitêban de balan kişand.

Dursên diyar kir ku xwendina kitêbê rêya herî rast a hînbûna agahîyê ye, di her dewrê de hînbûna agahîyê di kitêban de derbas dibe.

Prof. Dr. Şemsettîn Dursun, di axavtina xwe de îfade kir ku hebûna me hebûna zarokên me ye, divê ji wan re eleqe bê nîşandan weha got: “Ez dikarim vêya bibêjim; hebûna zarokên me hebûna me ye. Zarokên me ronîya çavên me ne. Qurana Pîroz dibêje ku ‘Mal û ewlad xelata heyata dinyayê ye’. Ger ku zarokên me baş bin em baş in, lê zarokên me nebaş bin em jî nebaş in. Çiqas em dewlemend bin jî çiqas em maldar bin jî dema ku zarok ne baş bin di wê malbatê de seadet çênabe. Ez dixwazim ku bira malbat li ser zarokan baş bisekinin.”

Dursun di berdewama axavtina xwe de ji bo malbatan re 3 tewsîyeyan kir û weha got:

“Zarokê me ji bo xatirê hem di rêya Îslamê de hem di rêya Quranê de xweşik perwerdehîya xwe înşa bikin ez 3 tiştan tewsîye dikim; ya yekem hezkirin, ya duyem eleqedarî û ya sêyem jî zanebûn. Gerek em zarokên xwe hez bikin, zîra zarokên me ronîya çavên me ne. Vê ga wexta ku rez û bostanên me hebin û em bibêjin em zef ji we hez dikin ey bax û bostanên me, ey gul û gulistanê me. Feqet em tiştekî nekin ew dibe pênc pere. Hah li vê derê jî demek kî piştî hezkirinê çi hebe eleqederî hebe. Ji ber xatirê wan bax û bostanan, gul û gulistanan em li wan binhêrin, avdanê bikin û wan xweşik mezin bikin. Ya sêyemîn jî zanebûn yanê îlîm e. Îlîm zehf muhîm e. Gelo em ê çawa li zarokên xwe binhêrin? Gerek em heyata xwe bi zarokên xwe re bikin yek û divê em jî bi wan re bixînin. Bi vê şeklê em ji wan re bibin model. Xwedê Teala zarokên me li ser rêya Îslamê, li ser rêya Quranê û li ser siratî misteqîm mezin bike. Ew ê bi vê şeklê heyata me ya dinyayê jî bibe wek heyata cennetê înşallah. Xwedê me û zarokên me biparêze.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir