Serokkomar Erdogan wê îro biçe Hîndistanê
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bona ku beşdarî Lûtkeya Serokên G20ê a ku 18emîna wî tê lidarxistin ew ê îro biçe Delhîya Nû ya paytexta Hîndistanê.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandina Serokkomarîyê ve hat belavkirin, ew ê Serokên G20ê, di lûtkeyê de bi şîara “Yek Dinya, Yek Malbat, Yek Pêşeroj” bicivîn û wê di 3 rûniştinan de gotûbejan bikin.
Serokkomar Erdogan, bi hatine cem hev a bi serokên G20ê re, tê texmînkirin ku ew ê bi serokên hinek dewletan ve jî hevdîtinê bike.
Serokkomar Erdogan, ew ê di 17-21ê Îlonê de jî beşdarî Sazîya Giştî ya 78emîn a NY ku li bajara New Yorka Emrîqayê bê lidarxistin bibe. (ÎLKHA)