• DOLAR 34.642
  • EURO 36.522
  • ALTIN 2942.078
  • ...
Serokkomar Erdogan: Êrîşên li dijî Qurana Pîroz sûca nefret û hovîtîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di Kullîyeya Serokkomarîyê de Sekreterê Giştî yê Konseya Organîzasyonên Misilmanên Emrîqayê (USMCO) Usame Cemal û lijneya bi wî re qebûl kir.

Serokkomar Erdoganê ku ji axavtina xwe re bi besmele û silavdayînê dest pê kir, anît ziman ku ew ji hewandina lijneyê gelek memnûn in.

Erdogan di bernameyê de weha axivî û weha got:

“Neyartîya Îslamê ya ku her roj li Rojavayê zêde dibe endîşeyên me zêde dike. Ez cehda Misilmanên ku li hember van nexweşên rûhî dengên xwe bilind dikin di nêzde dişopînin û bi teqdîrî pêşwazî dikim. Sekin û yekîtîya ummeta me ya li hember ev cudaxwazî, bêmusemehe û neyartîya Îslamê gelek muhîm e.”

“Ev sûceke nefret û hovîtîyê ye”

Erdogan derheqê êrîşên ku li Ewrupayê ji Qurana Pîroz re tênê kirin de jî axivî û weha got, “Wan êrîşên ku ji Qurana Pîroz re bi navê ‘azadîya fikrê’ tênê kirin nayê qebûlkirin. Ev sûceke nefret û hovîtîyê ye. Li Swêdê, Hollandayê bilhesse li Danîmarkayê êrîşên ku dubare dibin, nîşan dide ku demokrasî û mafên însanan li vê erdnigarîyê cîh negirtîye. Em cardin dibînin ku van kesên ku ji êrîşên li dijî Îslam û Misilmanan tênê kirin re çavên xwe digrin çi qas xwedîyê nirxên însanîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir