• DOLAR 32.769
  • EURO 35.29
  • ALTIN 2449.577
  • ...
Ji fînala bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” re dawet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Êlihê ya Platforma Nesla Quranê Ridvan Uzumcu, di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de, hemû xelkê Êlihê dawetê bernameya ku ew ê di 10ê Îlonê roja Yekşemê de di seat 17.00an de li Parqa Jîyana Taxa Çamlicayê lidarbixin kir.

Uzumcuyê ku diyar kir ew wek Platforma Nesla Quranê armanc dikin nesleke ku bi emrê Xwedê re xwe girê dane û civakeke ku Xwedê jê razî bibe bê perwerdekirin, ji ber vê yekê jî ew dixebitin.

Uzumcuyê ku bal kişand şîfaya însanîyetê Quran e weha got, “Em bi vê bawerîyê, ji bona ku peyama wehyê ji însanan re bighêjînin fealîyetê dikin, di vê çarçoveyê de jî îbadeta nimêjê digrin navenda xwe, ji bona ku ev îbadeta ku tê jibîrkirin cardin jîn bibe xebatê dikin. Ji bona ku hem di alîyê meddî de hem jî di alîyê menewîyatê de nimêj bê hînkirin û bi şiûra nimêjê pêşve were çûndin her sal ji bo zarokan bernameya perwerdehîya nimêjê tertîp dikin. Ji be ku betlaneya havînê heye gelek zarok dikarin beşdarî vê bernameyê bibin, em jî kêfxweşîya vêya dijîn.”

Uzumcu, îfade kir ew fînala bernameya ku bû du hefteye perwerdehîya nimêjê didin wê di 10ê Îlonê roja Yekşemê de di seat 17.00an de li Parqa Jîyana ku li Taxa Çamlicayê ye lidarbixin, wî hemû xelkê Êlihê dawetê bernameyê kir.

“Zarokên xwe ji bernameyê re bînin”

Uzumcu diyar kir ku ji ev bernameyê re hemû kes dikarin beşdarî bibin û dûre weha got:

“Em ji hemû dêûbavan re tewsîye dikin ku bira zarokên xwe bi tevî şalikên wan ji ev bernameya ku ew ê di dinyaya wan de cîheke muhîm bigre re bînin. Em bi vê wesîleyê wisa bawer dikin ku ew ê ji ev daweta bernameya ku wê zarokên me jî pê motîve bibin re îcabet bê kirin û cardin bi vê wesîleyê daxwaz dikim ku bira ev bername ji xêrê re bibe wesîle.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir