• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Dozvan Şehîd Selahaddîn Uruk li ser gora xwe hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Selahaddîn Urukê ji pêşîvanên Cemaata Hîzbullah ê di sala 2001an de li navçeya Pozantîya Edeneyê di êrîşekî de hatibû qetilkirin, ji teref hevaldoz û hezkirîyên wî ve li navçeya Çîyayê Mazî ya Mêrdînê li ser gora wî bernameya yadkirinê hat tertîpkirin.

Bernameya ku pêşkêşîya wî ji teref Huseyîn Aktumur ve hat kirin û gelek mirov beşdarî bûn bi xwendina Quranê ya ji teref Taha Tuna ve dest pê kir.

Bername bi axavtina hevaldozê wî Abdulazîz Onen ve berdewam kir, dûre bi şiîra ku ji teref Fexrettîn Tîtîz ve hatîye nivîsandin bername domîya û herî dawîn jî bi diakirina Abdulselam Kaya ve bername dawî bû.

“Xwedê Teala ji wan re mevkî û meqamekî wisa daye ku Pêxemberan jî di roja Qiyametê de bi xwezîyê li wan dinhêrin.”

Onenê ku derheqê muhîmtîya mertebeya şehîdîyê de axivî, îfade kir ku Pêxemberan jî ji wî meqamê re bi çavê xwezîtîyê lê dinhêrin.

Onen, di berdewama axavtina xwede derheqê şehîd de axivî û diyar kir ku ew bi jîyan û sekina xwe mirovekî mînak bû, hemû kes bi çavê xwezîyê li wî dinhêrt û ew axretê tercîhê dinyayê kiribû.

Onen ji axavtina xwe re weha berdewam kir:

“Xwedê Teala ji wan re mevkî û meqamekî wisa daye ku Pêxemberan jî di roja Qiyametê de bi xwezîyê li wan dinhêrin. Pêxemberê me jî (selat û selam li ser wî be) gotîye ku, ‘Ez jî dixwestim ku şehîd bibim, hetta dûre dîsa bihatama dinyayê dîsa dixwastim ku şehîd bibim.’ Piranîya sehabîyan jî şehîd bûne. Şehîdî xelasîya qethî ye. Xeyn ji şehîdan ti kes naxwaze ku ji dinyaya dinê were vê dinyayê. Mal û milk yê Xwedê ye. Haya şehîdan jî ji vêya heye. Dema ku rewş ewakîye em çima ji vê danûstandinê dûr bikevin. Ji xwe Xwedê Tealal ev canê ji me re bi emanetî daye. û em jî bi şehîdan ji ev meseleyê re bûn şahid. Ey şehîdên me yên li vê derê, we ev danûstaninê çiqas xweş bikaranît. We bi teslîmîyetekî mezin mal û canê xwe daye ortê. Hinek însanên li vê dere hene ku ew bi Şehîd Kekê Selahaddîn re hevaltîyê kirine. Ew li gorî me ji vê rewşê re zêdetir şahidîyê kirine. Em ji Kekê Selahaddînê ku malê xwe, meqamê xwe û canê xwe derxistîye ortê re şahid in.”

“Mirovên wek Şehîd Xetîp, Şehîd Abdulwehap Xoce û Şehîd Selahaddîn taca serê me ne, kekê me ne, pêşengên me û birayên me ne”

Onen di berdewam axavtina xwe de destnîşan kir ku ev doz doza Xwedê ye û divê wek şehîdan xebat bê kirin, dûre jî wî weha got, “Gerek em wek şehîdan bixebitin û cehdê bikin ku bira nesla ku piştî me werin jî wek me ku şehîdîyê fêhm kirîye ew jî şehîdîyê fêhm bikin. Ji ber vê yekê divê em wext û xebatên xwe li gorî vêya dîzayn bikin. Ji ber vê yekê Şehîd Xetîp, Şehîd Abdulwehap Xoce û Şehîd Selahaddîn taca serê me ne. Vana kekên me, pêşengên me û birayên me ne. Doza wan doza me ye. doza wan doza Pêxember e, doza Ebûbekir e, Omer, Osman û Elî ye. Ev doz mezin e. Ji ber vê yekê Şehîd Rehber dibêje, ‘Ev doz gelek mezin e. Ji ber vê yekê divê em ezîzên xwe feda bikin.’ Xwedayê min me ji şefaeta şehîdan mehrûm neke. Bi bereketa xwîna wan dinyaya me bereket bike. Wê şiûra xebatê bide me jî.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir