• DOLAR 32.67
  • EURO 35.14
  • ALTIN 2443.678
  • ...
Wezîrê Tenduristîyê Koca derheqê lehîya li Stenbolê de agahîyan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Koca li ser hesaba xwe ye medyaya civakî derheqê bûyerê de daxuyanîyek parve kir.

Koca di daxuyanîya xwe de weha got:

“Hejmarê mirovên ku ji ber lehî û rabûna avê ya li Stenbolê canê xwe ji dest dane derket 2 kesan hejmarê mirovên ku tesîrdar bûne jî derket 12 kesan. Mirovên ku ji rabûna avê tesîrdar bûne bi ambûlansên me ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de heta niha 70 ambûlans, 10 tîmên UMKEyê û 240 wezîfedarên tenduristîyê hatine wezîfedarkirin.

Ez ji mirovên ku ji ber lehî û rabûna avê canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim. Ji bû welatîyên me yên ku ji bûyerê tesîrdar bûne re jî di alîyê tenduristîyê de çi ji destê tê em dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir