Rejima sîyonîst li Bahreynê balyozxane vekir
Qaşo wezîrê karên derve yê rejima îşxalker a sîyonîst Elî Cohen, ji bona ku qaşo Balyozxaneya Manama ya welatê xwe vebike çûbû Bahreynê.
Cohen, di Balafirgeha Navneteweyî ya Bahreynê de, ji teref Wezîrê Karên Derve yê Bahreynê Abdullatîf Al Zayanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê berê yê Emrîqayê Donald Trump, daxuyandibû ku di 13ê Tebaxa 2020an de rejima îşxalker a sîyonîst û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban; di 11ê Îlonaê de jî rejima îşxalker a sîyonîst û Bahreyn li ser “normalkirina minasebetên xwe yên bi temamî” li hev kirin. (ÎLKHA)