Rejima îşxalker a sîyonîst, li Şerîaya Rojava Filistînîyekî qetil kir
Unsurên rejima îşxalker, li Kampa Miltecîyan a Nur Şemsê ku li bakurê Şerîaya Rojavayê ye Filistînîyekî qetil kir.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, unsurên rejima îşxalker, êrîşî Kampa Nur Şemsa ku girêdayê bajara Tulkerîmê ye kirin.
Di navbera Filistînîyên ku ji êrîşê re bertek nîşan dan û unsurên îşxalkeran de nîqaş derket. Di encama gulberdana îşxalkeran de Filistînîyekî canê xwe ji dest da.
Gund, bajarok û bajarên Şerîaya rojava, xeyn ji êrîşên şênîyên îşxalkeran, dûçarê êrîşên rejima îşxalkeran jî dibin. (ÎLKHA)