Li Pakistanê helîkopter ket xwarê: 3 mirî
Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Pakistanê Raja Pervaiz Ashraf, daxuyand di encama ketina helîkoptera leşkerî de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li herêma Gwadara wîlayeta Belucistanê helîkopterekî leşkerî ket xwarê.
Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Pakistanê Ashraf yê ku derheqê bûyerê de daxuyanîyê da, ji malbatên 3 mirovên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane re sersaxîyê şîyand. (ÎLKHA)