Sîyonîstên îşxalker bi SÎHAyê êrîşî Cenînê kir: 5 Filistînî birîndar bûn
Sîyonîstên îşxalker ên ku ji kampa ku li Cenîna Şerîaya Rojavayê ye re bi SÎHA, helîkopter û balafirên sîxûrê êrîş kirin.
Berxwedêrên Filistînî yên ku ji ev êrîşê re bersivê dan ji teref SÎHAyên sîyonîstên îşxalkeran ve hatin hedefgirtin.
Di encama bomberandinê de 5 Filistînî birîndar bûn. Di encama bersiva berxwêdêran de jî îşxalkerekî birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku leşkerên rejima îşxalker doh di êrîşên li Şerîaya Rojavayê de jî 14 Filistînîyan êsîr girt.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve hat belavkirin di encama êrîşên ku li Nablus, Cenîn, El-Xelîl û Erîhayê hatin kirin de 14 Filistînî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)