Li Dîyarbekirê mînîbûs gêrê şerempolê bû
Li Dîyarbekirê mînîbûsa Yekîtîya Hezroyê ya ku ji Dîyarbekirê diçû Hezroyê, li ser rêya Çaya Embarê ya rêya Farqîn-Dîyarbekirê ji bona ku li tirê neqelibe gêrê şerempolê bû.
Qeza, doh li alîyê çaya Embarê di seat 16.30an de pêk hat.
Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê birîndar bû.
Rêwîyan, bi wesayîtekî dinê ji navçeyê re hatin birin. (ÎLKHA)