Li Kongoyê êrîş li qonwoya zêran hat kirin: 4 mirî, 3 birîndar
Li wîlayeta Kîvuya Başûr a Komarîya Demokratîk a Kongoyê di encama êrîşa ku li qonwoya zêran a aîdê şîrketekî madena Çînê hat kirin de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyanîya rayedaran, êrîşdaran di bûyera ku li nêzê Çemê Kîmboya li herêma Fîzîyê hat lidarxistin de, gelek zêde zêran dizîyan.
Di encama êrîşê de leşkerekî Komarîya Demokratîk a Kongoyê, şofêrê wesayîtê û 2 karkerên şîrketê hatin kuştin û 3 kesan jî giran birîndar bûn.
Li kongoya ku gelek madenên zêran hene gelek şîrketên Çînê li wê derê fealîyetan dikin.
Di sala 2021an de jî 5 welatîyên Çînê hatibûn revandin. (ÎLKHA)