Serokkomar Erdogan îro wê bi Putîn re were cem hev
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ew ê îro bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn re li Soçîyê were cem hev.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandinê ve hat belavkirin Serokkomar Erdogan bi îcabetkirina daweta Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn, îro ji Soçîyê re zîyareteke rojane tertîp bike.
Erdogan ew ê di hevdîtina ku bi hevkarê xwe re bike de derheqê minasebetên Tirkîye-Rûsya, meseleyên herêmî û kûrewî ya rojevî de gotûbejan bikin. (ÎLKHA)