153 kîlo eroîna ku ji Îranê hatibû anîn hat girtin
Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Îranê di kamyona ku dixwest bikeve Tirkiyeyê da di lêgerîna ku hat kirin da 153 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û weha got, "Di encama lêgerîna li kamyona ku ji bo ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibe hat herêma Gumruka Esendere ya # Geverê; di lêgerîna berfireh de 153 kîlo eroîn hat bidestxistin. Di lêgerîna ku bi X-Rayê û kuçikên dedektorê hat kirin de 153 kîlo eroîn hat bidestxistin." (ÎLKHA)