Li Xezzeyê bo hafizan bername
Li Filistînê ji bo hezar û 442 hafizan bername hat lidarxistin.
Li Xazzeya ku dibin îşxalê de ye, ji bo hafizan bernameyeka mezin hat lidarxistin.
Bi sedan hefiz ketin salona merasimê û dîmenên xweşik derketin holê.
Hezar û 442 hafiz di rûniştinekê de qurana kerîm bi ezber xwendin û xetim kirin.
Saziya Dar el-Quran and Sunnah û Vakifan û Serokatiya Karên Dîyanetê vê bernameyê li stadyûma Yarmûkê li dar xistin
Gelek rayedar beşdarî bernameyê bûn.
Piştî xwendina Qurana kerîm îlahî û helbest hatin xwendin.
Di bernameyê de bang hat kirin ku bila malbat ji bo hafiztiyê zarokên xwe bişînin medrese û qûrsên Quranê. Xweda ji temamî malbat û hafizan razîbe. Ji hafizan re xelatiya ûmreyê hat dayîn.(ÎLKHA)