• DOLAR 32.754
  • EURO 35.478
  • ALTIN 2484.055
  • ...
Ji Serokê Navçeya Hezexê yê HUDA PARê Narçîn banga “Fakûlteya Çandinîyê bira neyê barkirin, kêmasîyên wê bên temamkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barkirina Fakûleya Çandinîyê a ji Hezexê ji bo navenda Şirnexê ji teref xelkê ve jî bû sedema bertekê.

Zanîngeha Şirnexê, ji ber ku kêmasîya fakûlteyê heye qerar girtibû ku ji navendê re bê barkirin.

Serokê Navçeya Hezexê yê HUDA PARê Mehmet Selîm Narçîn, xwest ku bira kêmasîya fakûlteyê bê temamkirin.

Narçîn di axavtina xwe de weha got, “Fakûlteya Çandinî ya Hezexê ji sala 2010an heta niha perwerdehîyê dide. Ji ber ku ev herêm ji çandinîyê re baş dibe loma ev fakûlte li vê derê hat sazkirin. Ji ber ku erdên çandinîyê ya herî zêde li navçeya Hezexê heye ev heq jî heqê Hezexê ye. Ji sala ku hatîye vekirin heta niha ti razemenîyekî nehatîye kirin. Avahî, lojman û yûrdên kêmasî hene. Gelek Fakûlteyên Zanîngeha Şirnexê ji ber kêmasîya xwendekaran bi girtinê re rûbirûne. Fakûlteya Çandinîyê di alîyê xwendekaran de kontenjana herî zêde tê tijîkirine. Ji ber vê yekê em weha difikirin ku ev heq bira ji li vê derê neyê girtin. Em ev qerarê qebûl nakin. Ev heq ji Hezexê re hatîye dayîn.”

“Ger ku Fakûlteya Çandinîyê bê rakirin ev ji bo xelkê Hezexê zilmekî ye”

Narçîn ji bo temamkirina kêmasîyan bang li rayedaran kir, “Kêmasîya hemû zanîngehan heye. Îro dibe ku li Hezexê kêmasîya yûrt û lojmanê hebe. Em wisa difikirin ku bira van kêmasîyan bên temamkirin. Divê ku fakûlte ji li vê derê neyê birin. Îro fakûlte ji ber ku li vê derê ye ji xelkê re di alîyê aborîyê de jî feydeya wî heye. Ji bona ku ev fakûlte ji li vê derê neyê girtin hemû kes çi ji destê wan tê bira bikin. Ger ku ev fakûlte ji li vê derê bê girtin ev ji xelkê Hezexê re zilmekî ye. Li navçeya me febrîqeyekî tineye, cîhên debarê tineye. Em dixwazin ku bira fakûlte li Hezexê bimîne.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir