Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Divê cotkar wek xezînekî bê parastin
Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, nirxandina rojevê ya partîya xwe li TBMMyê di civînekî çapemenîyê de parve kir.
Demîr di civînê de derheqê Zeferên 30ê Tebaxê û Milazgirê, pirsgirêkên perwerdehî, perwerdehîya tevlîhev, cotkar, fakûlteya Hezexê û islehkirina Çaya Nîzîpê de nirxandinan kir.
Demîr di axavtina xwe de weha got:
Zeferên 30ê Tebaxê û Milazgirê
“Zefera Milazgirê ku di 1071an de hetibû qezenckirin, ji bo îslambûna axên Anatolîyê bûyereke herî mezin e. Ji artêşa Alpaslanê re ji civaka Kurdên Misilman 10 hezar mirov, hetta ji Fars û Ereban jî gelek Misilman alîkarîyê dane. Mele Yehyayê rîspyîyê Kurdan ku beşdarî herbê bûbû bi gotina ‘Em ji bona ku li cem birayê xwe yên olî herbê bikin hatine’ banga Alpaslanê bê bersiv nehêştibû. Bi vê şeklê di demeke kurt de artêşa Romê winda kir û derê Anatolîyayê ji Misilmanan bi temamî hatibû vekirin. Dîsa 900 sal paşê bi Tirkî, Kurdî, Lazî, Çerkezî û Erebî hemû Misilmanan ji bona ku îşxala kafiran dawî bibe bi hezaran şehîd dan û ji îşxala neyar re dawîyê dan.”
Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bapîrên me ji me re tenê erd nehêştine. Ew ji me re riheke biratîyê, biratîya Îslamê û şiûra ummetê hêştine. Ew bi tevî erdan Medenîyeta Îslamê jî ji me re mîras hêştin. Di dewra Tanzîmatê û desthilatdarîya Partîya Tenê de ev biratî hatibû hedefgirtin û heta niha jî berdewam dike. Ji ber vê yekê lazim e ku ew biratî ji nû ve bê îhyekirin. Edebîyeta biratîyê neyê kirin, hiqûqa biratîyê bê bicîhanîtin.”
Şehzade Demîr di berdewama axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên perwerdehî û perwerdehîya tevlîhevde jî nirxandinan kir û got ku divê bi lez û bez pirsgirêkên perwerdehîyê ji holê bên rakirin û mirovên ku dixwazin zarokên xwe ji kîjan dibistanê re bişînin bira ji bo wan îmkan bên çêkirin.
“Cotkaran divê wek xezîneyê bên parastin”
Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, di civîna çapemenîyê de qala pirsgirêkên cotkaran jî kir.
Di rojeva demîr de “fîyetên standina garisan” hebû.
“TMO, sala borîn serê tonê 5 hezar û 700 lîre pere dida lê îsal 300 lîre tenê zêde kir û derxist 6 hezar lîreyî. Fîyeta garisê a ku TMOyê daxuyandîye, ji heqê melîyetên cotkaran re gelek dûr ketîye. Di van rojên ku ji hemû tişran re ji sedî 100 zem hatîye de ji vê fîyetê re sedî 5 gelek kêm e. Ev zêdebûn ew ê cotkaran mexdûr bike û fealîyetên çandinîyê bide sekinandinê.”
Demîr di berdewama axavtina xwe de derheqê girtina Fakûlteya Çandinî ya Hezexê de jî axivî û dîyar kir ku bira ew fakûlte li cîhê xwe bê hêştin çîmkî feydeya wê ji xelkê Hezexê re gelek zêde ye.
Demîr bi vê şeklê diyar kir ku gerek ji Şirnexê re jî razemenî û veberhênar bên kirin.
Parlamenter Demîr derheqê Çaya Nîzîpê de jî axivî û diyar kir ku projeya islehkirina Çaya Nîzîbê bi lez û bez bê temamkirin. (ÎLKHA)