• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
Parlamenter Ramanli: Divê em xwedî li Kurdî derkevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, derheqê cîhnedayîna Kurdî a ji sîstema e-Reçetemê re ku 5 ziman hatibû bicîhkirin de nirxandinan kir.

“Kurdî ji zimanên xwecîhî ya vê welatê ye”

Ramanli li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derheqê ji bona ku di sepana e-Reçetemê de ji Kurdî re cîh nehatîye dayîn de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Wezareta Tenduristyê di sepana e-Reçetemê de ji 5 zimanê biyanî re cîh daye lê ji Kurdî re cîh nedaye, ev tişt jî tiştekî xelet e. Ji ber ku zimanê Kurdî ya ku bi milyonan însan pê diaxivin ne zimanî fermî ye di xizmetên dewletê de ji xwe re cîh nabîne, mafên ku ji zimanên biyanî re tênê dayîn jî ji zimanê Kurdî yê xwecîhî tê teqsîrkirin. Kurdî ji zimanên xwecîhî ya vê welatê ye, ya me ye, ji ber vê yekê divê em xwedî li Kurdî derkevin.”

“Li Tirkîyê hemû unsûrên nîjadî yek û bi hev re dijîn”

Ramanli diyar kir ku divê Kurdî bighêje statûyeke fermî û di raya giştî de ji xwe re cîh bibîne, wî dûre weha got, “Divê ku Kurdî bighêje statûyeke fermî û di raya giştî de ji xwe re cîh bibîne. Di raya giştî de tetbîqkirin û xizmet dayîna Kurdî ya ku zimanê dayîkê a bi milyonan welatîyan e, ew ê asê bûyîn û dêrandinê ji holê rabike. Li Tirkîyê hemû unsûrên nîjadî yek û bi hev re dijîn. Parastina mafên hemû kesan ku cudakirina wek Tirk, Kurd û Lazan ew ê ji hizûr, aştî û yekîtîya welat re feydeya wî hebe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir