• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Efxenistanê di qursan de hem meslek hem jî Qurana Pîroz tê hînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 26 qursên ku li Xerata sînora Îranê de hatine vekirin, ji malbatên feqîr re bi belaşî hem perwerdehîya terzîtîyê hem jî perwerdehîyên menewîyatê tê dayîn.

Di qursên ji 2 hezarî zêdetir pîrek û zarok perwerdehîyê dibînin de, bi tevî hînkirina meslegan dersê Qurana Pîroz jî naynê îxmalkirin.

Di qursên ku malbatên feqîr beşdarî dibin de 2 hezar û 100 kesan perwerdehîyê dibînin. Di van qursan de ji bona hînkirina Qurana Pîroz sinifên cuda ji bo hînkirina meslegan jî sinifên cuda hatine vekirin.

Hat destnîşankirin ku sazîyên xêrê ji bo hînkirina Quranê 26 qursan vekirine, di çarçoveya peymana ku bi Daîreya Karên Civakî û Xebatê re hat kirin de ji 1000 zêdetir pîrekan re meslega terzîtîyê tê hînkirin.

Tê gotin mirovên ku beşdarî qurs û dersan dibin îfade dikin ku ew di van qursan de hem meslegê hem jî Quranê hîn dibin û ew ji ber vê yekê gelek kêfxweş in.

Van qursên bê peretî ji malbatê feqîran re dibe wek derîyê debarê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir