• DOLAR 32.672
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2443.535
  • ...
Li Pakistanê ji ber lehiyê zêdetirî 100 hezar kes hatin tehliyekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çemê Sutlejê ji ber ku Hindistanê ji bendav û barana zêde avê dikişand asta avê bilind bû.

Berdevka Rizgarkirina Pencab Deeba Shahnaz diyar kir ku ji 9ê Tîrmehê vir ve ji herêmên bakurê Kasur, Pakpattan, Vehari, Bahawalnagar, Lodhran, Multan û Bahawalpur zêdetirî 100.000 kes hatine derxistin.

Şehnaz diyar kir ku ji ber lehiya ku ji 9ê Tîrmehê vir ve 17 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Eyaleta Pencabê Seyed Muhsîn Raza Nakvî lehiyên vê dawiyê wekî "ya herî xirab a 35 salên dawî" bi nav kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir