• DOLAR 32.571
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2434.398
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî, li Makedonyayê cara sêyem organîzasyona sinetê tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komele, di çavroveya organîzasyona ku di her sal di meha Tebaxê de lidardixe de, bi tevî alîkarîya bijîşkên dildar yên li Tirkîyê bi sedan zarokên ku îmkanên wan tineye sinetê bibin re ji bo sinetbûna wan bûn wesîle.

Komele li gundên Bansko, Kavadarci, Koçana, Delçova, Berova, Vinica û navendên bajarê Demîrkapiyê nêzê 200 zarokan sinet kir. Komele ji zarokan ra cil û berg û leyîstok jî diyarî kir.

“Me bernameyên sinetê ku 3 salan e dikin ji xwe re kirîye wek kevneşopîyê”

Serokê Ewrupa Yetîm Elîyê Abdurrahîm Altun derheqê xebatên xwe yên ku dikin de ji ÎLKHAyê re axavtinek kir û weha got, “Em li herêma Strumicaya Makedonyaya Bakur bernameya xwe ya sinetê ya sêyemîn tertîp dikin. Me bernameya xwe kirîye wek kevneşopîyê. Bi îzna Xwedê em ê ji îro pê ve jî berdewam bikin. Di salên pêş de ji ber hewcedarîyê em ê werin li vê derê û xebatên xwe yên sinetê bikin.”

Zarokên ku îmkanên wan tinene sinet bibin, em bi alîkarîya bijîşkên dildar wan sinet dikin.

Altun di berdewama axavtina xwede weha got, “Van Misilmanan nikarin zarokên xwe sinetê bikin. Îmkana wan tineye, doxtor tineye. Hinek hene îmkanên wan ê meddî tineye, hinek jî hene îmkanên wan hene lê vê carê jî doxtor tinene. Em jî wek sazîya alîkarîyê bi tevî doxtorên xwe yên li Tirkîyê hatine li vê derê û zarokên xwe sinetê dikin. Bi tenê em wan sinet nakin ji wan re leyîstok û cil û bergan jî diyarî dikin. Em bi vê şeklê hem zarokan kêfwxeş dikin hem jî lazimatîyên wan bicîhtînin.”

Ji doxtorên dildar û xêrxwazan re sipasî

Altunê ku diyar kir di vê xebatê de cehda herî mezin doxtoran nîşan dane û dûre weha got, “Xwedê ji wan razî be. Ji Tirkîyê bi dildarî tênê li vê derê. Înşaallah ew ê ji îro pê ve jî wê werin li vê derê. Rebbê min bira ji wan razî be, Xwedê xêra wan qebûl bike. Ew li vê derê ji karekî xweşik re destekê didin, alîkarîyê dikin. Xeyn ji vana em ji xêrxwazên ku ji me re alîkarîyê kirine re teşekur dikin. Rebbê min ji wan razî be, xêra wan qebûl bike. Bira di vî warî de alîkarîyên xwe ji me kêm nekin. Çiqas ew ji me re alîkarîyê bikin em ê jî ji van karan bikarbînin.” (ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir