Îkrîme Sabrî: Rejima sîyonîst, dixwaze ku Mesîcîdî Eqsayê bidest bixe
Şêx Îkrîme Sabrîyê Serokê Lijneya Îslama Bilind a Quds û Mele Xetîbê Mescîdî Eqsayê, êrîşa sîyonîstan a ji bo mirovên ku ji nimêja Înê re tênê kirin wek, “Parçeyeke herba dînî ya ku Eqsayê bidest bixe ye” nirxand.
Sabrî di daxuyanîya xwe ya niviskî de diyar kir, tiştên ku tên jîyankirin ew ê xelkê Filistînê zêdetir berê wan bide Mescîdî Eqsayê û ew ê xelkê Filistînê zêdetir îbadetê bike.
Şêx Îkrîme Sabrî weha îfade kir, “Ev êrîş, parçeyeke herba dînî ya ku îsraîl dixwaze Mescîdî Eqsayê vala bike ye. Ev êrîş, zilm û dorpêçên rejima îşxalker jî îşareta ziîfbûn û tirsonekîya wan e.”
Şêx Îkrîme diyar kir ku ev hereket û êrîşên ku îşxalkeran dikin îxlala îbadetkirina Misilaman e. (ÎLKHA)