• DOLAR 32.192
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2505.89
  • ...
Li Elmanyayê bahoz tesîrdar bû: 16 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku ji ber ketina daran a li ser mirovên ku li herêma kampa bajara Lînaduyê kampê dikirin yek jê giran 6 kesan birîndar bûn û 900 kesan jî ji herêmê hatine tehlîyekirin.

Li bajara Nordlingenê jî ji ber bahoza bi şîdet dar û çopên ku di hewayê de diweşîyan 10 şofêrên motoran birîndar bûn û ji wan jî 3 kesên wan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Rayedaran, derheqê jîyankirina pirsgirêkê a di xizmetên tenduristîyê de jî hişyarîyan da.

Daîreya Meteorolojîya Elman, ji bo wîlayeta Ren Vestfalyaya Bakur ji ber barana tund û bahoza bi qewet hişyarîyê da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir