• DOLAR 32.836
  • EURO 35.268
  • ALTIN 2456.072
  • ...
Trump ji girtîgehê re teslîm bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê Serokê Emrîqayê ya Berê Donald Trump de, bi sûcdarkirina veguhertina encamên hilbijartina di sala 2020an de a li wîlayeta Georgîayê doza 4em dest pê dike.

Trump, xeyn ji 3 dozên wî yên berê derheqê sûcdarîyên wî de li Atlantayê ji girtîgehê re teslîm bû.

Trumpê ku ji meha Nîsanê vir ve 4 caran hat binçavkirin vê carê şopa tiliyê wî hat girtin, fotoxrafa wî ya sabiqeyê hat kişandin û fotoxraf bi raya giştî re hat belavkirin.

Trumpê ku di fotoxrafê de nakane, bi şekleke ciddî fotoxrafê kişandîye.

Trump, di çarçoveya dozê de 200 hezar dolar heqê kefaretê da, nêzê 20 deqîqe paşê ji girtîgehê veqetîya.

Trump, berîya ku bikeve balafira xwe ya teybet ji çapemenîyê re daxuyanîyê da, îfade kir ku ew li ber encama hilbijartinê rabûye û ev jî heqê wî ye.

Trump îfade kir ku “Bi rastî wan kesên ku dozê vekirine ji hilbijartinê re midexeleyê dikin”, cardin îfade kir ku heqê wî ji fikirandina hilbijartinê re ku ew hilbijartin bi hîledar bûye re heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir