• DOLAR 32.568
  • EURO 35.315
  • ALTIN 2467.721
  • ...
Li Êlihê bernameya perwerdehîya nimêjê a ji bo zarokan dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ridvan Uzumcuyê Koortînatorê Êlihê ya Platforma Nesla Quranê, di daxuyanîya niviskî de, got ku bernameya nimêjê a ji bo 15 rojan di 26ê Tebaxê de dest pê dike.

Uzumcuyê ku diyar kir ew berê jî meha Tebaxê “Meha Nimêjê” îlan kiribûn weha got, “Me di vê çarçoveyê de bernameyên perwerdehîyê amade kir û di çarçoveya vê bernameyê de li her derê Êlihê dest bi perwerdehîya nimêjê kir. Hemd ji Xwedê re ku bi hezaran zarokên me di van bernameyan de bi tevî şiûra nimêjê dest bi nimêjê dikin.”

“Divê em bernameyan bi fedakarîyekî mezin lidarbixin”

Uzumcu diyar kir ku bi taybetî di mehên havînê de bernameyên nimêjê zêde bûne û di mizgeft, dibistan û qursên Quranan de ev berdewam dikin û dûre weha got:

“Hetta di nav malên xelkê me yên evîndarên nimêjê de, di avahîyan de van bernameyan bi fedekarîyekî mezin ve tê kirin. Em ji xelkê xwe yên ku ji zarokên xwe re şiûra nimêjê didin wan û wan hînê nimêjê dikin re ji bona ku ev cehd û xeyretê nîşan didin teşekur dikin.”

“Zarokan ew ê bi bernameyeke dewlemend hînê nimêjê bibin”

Uzumcu îfade kir ku bernameya wan 15 roj e û weha got, “Mifredata bernameyê ji “Kitêba Bernameya Nimêjê” yê ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve hatîye amadekirin wê bê şopandin. Ew ê zarokên me di vê kitêbê de ji girtina destmêjê heta nimêjê, ji sûreyan heta tesbîhetan, ji çîrokan heta xaçerêzên derheqê nimêjê de wê hîn bibin.”

“Zarokên xwe îhmal nekin û ji bona ku hînê nimêjê bibin îmkanan çêbikin”

Uzumcuyê ku ji malbatan ra bang kir bira zarokên xwe ji van bernameyan re bişînin weha got:

“Em bi vê minasebetê wek Platforma Nesla Quranê, bernameya nimêjê yê ku her sal bi şîara ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş E” tertîp dikin îsal jî di 26ê Tebaxê de didin destpêkirinê. Em zarokên xwe yên ku 7-10 salîne hînê nimêjê dikin û bi bernameya fînalê jî bernameya nimêjê dawî dikin.

Di vê çarçoveyê de em ji hemû malbatên xwe re jî bang dikin ku bira zarokên xwe îhmal nekin û ji bona ku nimêjê hîn bibin ji wan re îmkanan çêbikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir