• DOLAR 32.732
  • EURO 35.337
  • ALTIN 2448.853
  • ...
Wesayît û tir li hev qeliîn: 1 mirî 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ser rêya gundê Girgundaya Sîlopîyê pêk hat.

Tira bi plaqeya 73 AAG 620 ya ku di bin îdareya V.A. de bû, ji paş ve li wesayîta bi plaqeya 51 ACN 131 de bû qelibî.

Tir, wesayîta ku lê xistibû 71 metre bi xwe re kaş kir û li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Şofêrê wesayîtê Cîdu Kîrun (76) û Paulus Salman, İliş Bektaş ên ku ji nav wesayîtê hat derxistin birîndar bûn.

Cîdu Kîrunê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku tedawîya birîndarên dinê hêj didome.

Ji bo ku otopsîya Cîru Kîrun bê kirin cenazeya wî ji Nexweşxaneya Dewleta Şirnexê re hat rakirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir