• DOLAR 32.529
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2436.67
  • ...
Ji Emrîqayê daxuyanîya Prîgojînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Qesra Spî Adrienne Watson ku piştî ketina balafireka taybet a li nêzê Moskovayê ya ku serokê Wagnerê Prîgojîn jî di nav de bû daxuyanîyê da, îfade kir dema ku minasebeta wî û Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê di demên berê de bê li ber çavan, mirina Prîgojînê ne sûprîzek e. Watsonê ku diyar kir ew xeberên derheqê qezayê de dîtine, bi rastkirina mirina Prîgojînê jî got ku “bira ti kes matmayî nebe.”

Di nav lîsteya rêwîyan de navê Prîgojîn heye lê heta niha jî mirina wî nehat rastkirin.

Serokê Emrîqayê Joe Bîden, îma kir ku di pişt ketina balafira ku Prîgojîn di nav de bû de dibe ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hebe û vê daxuyanîyê da, “Li Rûsyayê bûyerên ku di pişt wî de Pûtîn tinebe tineye.”

Bîden derheqê bûyerê de weha got, “Li Rûsyayê bûyerên ku di pişt wî de Pûtîn tinebe tineye. Encax qasî ku di piştî bûyerê de çi heye ez zanibim agahîya min tineye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir