• DOLAR 34.084
  • EURO 38.118
  • ALTIN 2829.722
  • ...
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr: Di esasa sîyaseta me de isleha civak û welatê heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîrê ku bi minasebeta bernameya “Parlamenterê me bi ciwanan re tê cem hev” ya ku ji teref Baskên Ciwanîya Kerboran a HUDA PARê ve hatîye tertîpkirin bi ciwanan re hat cem hev, ji ciwanan re axavtinek kir.

“Ciwano! Hûnê bibin sîyasetmedar, seyda û rîspîyên sibêrojê”

Demîrê ku ji axavtina xwe re ji ber bername û hewandina wan bi sipaskirinê dest pê kir weha axavtina xwe berdewam kir, “Ciwan, sibêroja me ne. Birayên me yên ku bi îzna Xwedê ew ê sibe roja dewayê lê bikin, hûnê bibin sîyasetmedar, seyda û rîspîyên sibe rojê. Hêvîyekî me yê ku em ji we ewakî hêvî dikin heye. Di vî warî de lazimatîya ev civakê ji we re heye. Ji ber vê yekêye ku divê hûn xwe ji vêya re amade bikin, bixwînin, xwe pêşve bibin, xwedîtîyê li dewê bikin û barê dewê bigrin li ser milên xwe. Divê roja ku wexta wê were ji bona vê dewê bedêlê bidin, bixebitin û di her warî de fedekarîyê bikin. Divê ku hûn ji niha pê ve rêzekî û jîyanekî ewakî ji xwe re tertîp bikin.”

Demîrê ku derheqê mazîya sîyaseta qirêj a Tirkîyê de axivî weha got, “Di bingeha sîyaseta me de jî islehbûna civak û memleketê heye. Hemd ji Xwedê re ku ti derdekî me yê meqam, mewkî û îhaleyê tineye. Kê ku ji bona vê memleketê xizmetê dike, kê ku ji vê civakê re, ji nirxên vê civakê re, ji bawerî û dînê Îslamê re xizmetê bike, kê ku ji bona wê xemnak be, kê ku ji bona wê xemgîn be ew birayê me ye. Rêya me yek, armanca me yek û hedefa me yek e. Tu hedefeke me ya ji vê ya cuda jî tineye. Em jî ji ber ku divê di vê rê de ji Îslamê re, ji vê dewê re, ji memleket û vê milletê re xizmetekî bixêr bê kirin, ketin rêya sîyasetê. HUDA PAR partîyekî sîyasî ye lê ew partîyekî ku avakirina welatê, civakê nêzê Xwedê bike, xerabûyên ku di nav civakê de ne, heram, gineh û gemartîyê ji holê rabike, ji cîhê vana jî yekîtî û hevkarî, biratîyê tesîs bike, pêşîya fitnê, fesadîyê, tevlîhevbûnî, kaosê û pevçûnan bigre hatîye sazkirin e. Armanca me ev e. Lê armanca me ya herî mezin û muhîm Î’layî Kelîmetullah e, ezîzkirina dewa Xwedê ye. Nêzkirina civakê a ji Xwedê re ye. Armanca me ev e ku em vê civakê ji destê wan tiştên ku civaka me dike wek cenewaran û wan ji Xwedê dûr dixe xelas bikin.”

“Em xizmetkarên ku vê civakê isleh dikin in”

Demîrê ku got “Tu dem ji xwe re bi çavê sîyasetmedarîyê nenêrin. Em xizmetkarên ku vê civakê isleh bikin in. Em mirebbîyên ku vê civakê, ciwanîya xwe û zarokên perwerde bikin in. Hewceye ku em ji xwe re bi vê çavê binhêrin.” Axavtina xwe weha zêde kir:

“Ger ku hûn di medyayê de bişopînin, hûnê bibînin ku birastî jî li Tirkîyê sîyaset îflas kirîye û tiştê ku mirov bibêje ev sîyaset e nemaye. Sazîyeke sîyasî ya ku ji vê civakê û nirxên civakê re xizmetê bike, ji Îslamê re, ji exlaqa xweşik û qaîdeyan re xizmetê bike nemaye. Ji ber vê yekê ye ku her roja ku diçe civak îflas dike, sazîya malbatê diqede, zewac ji holê radibe, berdan zêde dibin, bêexlaqî û gineh her derê dorpêç kirîye. Ciwan dikevin nav avzêlên ginehan. Her roja ku diçe em hinekî dinê jî ji xwe dûr dikevin. Em ji bawerîyên xwe dûr dikevin. Em xwe najîn, wê gemarîya Rojavayê dijîn. Em wan ginehan dijîn. Armanca HUDA PARê sekinandina ev çûyîna xerab e, nêzkirina civakê ji Xwedê re ye, Tirk, Kurd, Laz, Çerkez kî di vê welatê de dijî birakirina hemû kesan e. Tesîskirina yekîtî û hevkarîya di bin şemsîyeya Îslamê de ye. Dîsa ger ku hûn dîqqet bikin di nav sazîya sîyasetê de HUDA PAR wek stêrkê cuda bûye, ferqeke mirov bi çavan dibîne nîşan daye. Bi tena serê xwe derket pêşî. Îro hêvîya hemû kesan HUDA PAR e.”

Pêşniyarîya sîstema navbeynkarîya ji bo pirsgirêkên malbatî

Demîrê ku qanûnên ku malbatê diparêze rexne kir weha axivî, “Zewac kêm bûne. Gotina pîrekê esas tê girtin. Qanûnekî anîtine. Di bin navê parastina malbatê de lê ew qanûneke ku malbatê wêran dike û zewacan diqedîne ye. Ger ku zilamekî ji pîreka xwe re bibêje ‘of’ telefonê polêsê tê kirin û dadgeh û dozger dikeve nav wê malbatê. Bi lez û bez dûrxistina ji malê û berdan tê qerargirtin! Malbateke ku polês, dadgeh ketibe nav wê malbatê mihafeze kirina wê malbatê ne mimkin e. Bira sîstemeke navbeynkarîyê hebe, lijneyekî hebe. Orfekî me heye. Dema ku di nav malbatê de pirsgirêkekî çêbibe mezinên malbatan, rîspîyên wan dikevin navbera wan, wan li hev tînin û malbatê xelas dikin. Lê niha bi teybetî ji bona ku mezin nekevin arê polês û dozgerê dikin navberê. Tiştekî bi navê KADESê çêkirine. Hemû kesên ku mireceatê li wê derê dikin malbata wan xera dibe. Binhêrin malbata me diçe. Em bû çend caran dibêjin û dixebitin. Di navbera sîstema malbatê de bira komîsyoneke navbeynkarîyê hebe. Em dibêjin heta ku neyê gotin ‘Ev malbat nayê xelaskirin, bira hevdu berdin’ dadgeh neyê vekirin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir