Balafira perwerdehîyê ket xwarê: 2 birîndar
Li Aydinê balafira perwerdehîyê di dema daketina lezgîn de ket xwarê, di encama qezayê de 2 kesan birîndar bûn.
Qeza, di seat 13.00an de li navçeya Efelera Aydinê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin balafirvanê balafira ku ji Balafirgeha Çildirê di seat 12.30an de ji bona perwerdehîyê firîya, di demeke kin de ji bona daketina lezgîn ji pîstê re vegerîya. Balafir, li herêma hêşînayê ya ku li nêzê rêya Îzmîr-Aydinê ye ket xwarê.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cenderme, tensduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Perwerdekar û xwendekarê wî yê ku di nav balafira ku qezayê kiribû de bûn ji Nexweşxaneya Fakilteya Tip a Aydin Adnan Menderesê re hatin rakirin.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)