• DOLAR 32.939
  • EURO 35.318
  • ALTIN 2461.1
  • ...
Zarokê 4 salî yê ku wesayît lê qelibî canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seat dedorê 21.00an de li Taxa Kemera navçeya Esenlerê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li Bîlal Yeşîlcecenê 4 salî yê ku di kolanê de bû qelibî.

Li ser xeberdayîna xelkê ku ji şofêrê re bertek nîşan dan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê ên ku midexeleya ewil a tenduristîyê kirin Bîlalê rakirin nexweşxaneyekî taybet.

Bîlal Yeşîlcecenê 4 salî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir