• DOLAR 32.186
  • EURO 34.85
  • ALTIN 2417.271
  • ...
Li El Xelîla ku îşxalkeran dorpêç kirîye dibistan hatin tetîlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima îşxalkeran ji ber ku doh serê sibehê li El-Xelîlê di encama çalakîyekî çekdarî de îşxalkerekî miribû û yekî dinê jî bi giran birîndar bûbû, li El-Xelîlê êrîşan li dardixe.

Li El Xelîla ku rejima îşxalker ên ku hemû têketin û derketinên bajarê girtine û nuqteyên konrolê danîne, jîyana rojana hatîye sekinandin û di êrîşên ku hatine kirin de jî herî kêm 8 Filistînî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji Îdareya Perwerdehî ya El Xelîlê ve hatîye belavkirin de, ji ber êrîşan li bajêr di hemû dibistanan de ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber îşxalkerên ku têketin û derketinên bajarê girtine û êrîşan dikin, bi armanca parastina canê mamoste û xwendekaran roja Sêşemê di dibistanan de ji perwerdehî û hînkirinê re biryara navberê hatîye girtin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir