Li Mêrdînê kesek ji ber germahîyê xemîya
Li navçeya Qosera Mêrdînê pîrekek ji ber germahîya zêde, di nav kolanê de xemîya.
Bûyer, doh di seat 16.30yan de li ser Ceddeya Mêrdîna ku girêdayê navçeya Qoserêye pêk hat.
Pîrekek ji ber germahîya zêde yê ku li bajêr xwe tesîrdar dike, xwe ranegirt û xemîya.
Pîrek bi alîkarîya mirovên derdorê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Bûyer, bi qamerayên telefonê hatin xuyangkirin. (ÎLKHA)