NY: Li Etiyopyayê 1,2 milyon zarok kêmxwarinê ne
Neteweyên Yekbûyî got ji ber ku li Etiyopyayê 1,2 mîlyon zarok ji kêmxwarinê dikişînin ji xebatên xwe yên alîkariyê re lez dan.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyaniyekê de got ku ew bi hevkariyê re dixebitin da ku bersivê bidin derketina nexweşiyan û krîza bêewlehiya xwarinê ya ku 1.2 mîlyon zarok li welatê Etiyopyayê yê Afrîkaya Rojhilat rastî kêmxwariniya giran a tûj hiştiye. (ÎLKHA)