• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Mucahîd: Mihraqên îstîxbarî dixwazin ku ji Emîrtîyê re îftîrayê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahîd, ji îftîrayên ku derheqê fermandarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de li ser “ji rê derketîya cinsî” bersivê da.

Mucahîd, di bersiva xwe de got vîdeoya ku li ser medyaya civakî hatîye belavkirin û tê gotin ku ew aîdê fermanderekî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanêye derewand.

Mucahîd di bersiva xwe de weha got:

“Bûyera ku di vîdeoyê de ye, derheqê mirovekî yê ku li herêma Çamana wîlayeta Belucistana Pakistanê de ye, ti eleqeya wî bi Emîrtîya Îslamî re tuneye.

Mihraqên îstîxbarî, bi amûrên medyayê ên ku kirê kirine li dijî Emîrtîya Îslamî propagandayê dikin, ji rayedar û xelkê Emîrtîya Îslamî re îftîrayan dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir