Li Dîyarbekirê otobûsa rêwîyan qeza kir: 18 birîndar
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê otobûsa rêwîyan li refûjê qelibî, di qezaya ku pêk hat de 18 kesan birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Sîteya Senayîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûseke rêwîyan a bi plaqeya 10 AD 686 ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û ji Wanê diçû Mêrsînê, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 18 kesan canê xwe ji dest dan.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tendurîstîyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)