• DOLAR 32.446
  • EURO 34.887
  • ALTIN 2401.806
  • ...
Dijminên Îslamê cardin êrîşî Quranê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li welatên Ewrûpayê dijmintî û êrîşên li hember Îslamê her ku diçin zêde dibin. Li Swêd û Hollandayê dîsa êrîş li Quranê hat kirin û polêsan ew parastin.

Li Swêd dijminên Îslamê yên bi navê Salwan Momika û Salwan Najem ên ku berî niha çend caran êrîşî Quranê kiribûn vêcar li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stockholmê Quranê şewitandin û li dijî Îslam û Mislimanan sloganan avêtin.

Pîrekek ku ji şewitandina Quranê re bertek nîşan da bi tûpa tefandinê ya di destê xwe de hewl da şewatê bitefîne û midaxeleyî Momîka bike.

Encax polêsan Momîkayê dijminê Îslamê muhafeze kirin û ji pîrekên bûn mani’. Dema ku pîrek ber bi alîyê Momîkayê dijminê Îslamê de çû Momîka ji tirsa revîya.

Dojminê Îslamê bi 20 wesayîtên polêsan û bi 100 polêsî ji cihê bûyerê hat birin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir