Rûsya êrîşî sîloyên zadê ya Ukraynayê kir
Hat destnîşankirin sîloyên zadê yên li ser Çema Tunayê a Ukraynayê ji teref wesayîtên asîmanî ya Rûsyayê ve hatine hedefgirtin.
Walîyê Odessayê Oleh Kîper, di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de îfade kir ku Rûsan 2 caran bi ÎHAyan êrîşî herêma Odessayê kirin û armanca êrîşan jî tê diyarkirin ku bender û binesazîya zadê bû ye.
Serokê Ofîsa Serokatîya Dewlet a Ukraynayê Andrîy Yermak jî got ku dronên ku hatine avêtin bendera Renîyê hedef girtîye.
Serokê Dewleta Ukrayê Volodîmîr Zelenskîy jî got ku her êrîşa Rûsyayê a ji benderên Ukraynayê re êrîşa ji fîyetên xwarin a dinyayê re ye.
Hat daxuyandin ku di êrîşê de ziyanî canî çênebûye. (ÎLKHA)