• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ji ser Erdheja Marmarayê 24 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Golcuka Qocaelîyê, di 17 Tebaxa sala 1999an de di seat 03.02yan de di mezinahîya 7,4an de erdhejeke ku 45 sanîye berdewam kir pêk hatibû, li ser wê erdhejê 24 sal derbas bûn.

Erdheja Marmarayê ku dîroka Tirkîyeyê ji kûrî ve tesîrdar kir,  ji Enqereyê heta Îzmîrê jî hatibû hîskirin.

Li gorî raporên fermî di encama erdhejê de li Qocaelîyê 9 hezar û 477, li Seqeryayê 3 hezar û 891, li Yalovayê 2 hezar û 504, li Stenbolê 981, li Bolûyê 270, li Bûrsayê 268, li Eskîşehîrê 86 û li Zongildaxê jî 3 kesan bi tevahî 17 hezar û 480 kesan canê xwe ji dest dabûn, 23 hezar û 781 kesan jî birîndar bûbûn û 505 kesan jî seqet mabûn.

Di erdheja ku ziyanên canî û madî yên mezin pêk hatibûn de 285 hezar û 211 xanî û 42 hezar û 902 heb dikan jî an xera bûn an jî xesarên mezin dîtin.

Ji ber erdhejê bi tenê li Qocaelîyê nêzê 17 hezar avahî hilweşîyabûn, di 91 xanîyan de xesara orte û di 102 hezar û 822 xanîyan de jî xesara sivik pêk hatibû.

Di erdhejê de 14 hezar û 133 dikan jî bûbûn wek xwelîyê.

Piştî erdhejê ji 150 hezarî zêdetir erdhejzede heta ku ji wan re xanî hatin lêkirin di konteynir an jî konan de man.

Digel 24 sal derbasbûna ji ser erdheja ku bi hezaran însan canê xwe ji dest dan, xanî û dikan xera bûn, afetzedeyan nehatin jibîrkirin.

Di bernameya ku ji bona mirovên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dabûn hatibû tertîpkirin de Qurana Pîroz hat xwendin û îlahî û qesîde hatin gotin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir