• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Keleka ku koçber tê de bûn bin av bû: 63 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çîrokekî dinê jî a rêwîtîya ji hêvîyê re mixabin bi mirinê dawî bû.

Vê carê xebera ku em pê xemgîn bûn ji peravên giravên yeşîl burunê hat.

Li peravên giravên yeşîl burunê a welatê Efrîqayê keleka koçberan bin av bû.

Li ser xeberdayîna kelekekî masîvanan ya îspanyolî, rayedarên Girava Yeşîl Burunê ji bo xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest bi kar kirin.

Berdevkê Rêkxistina Koç a Navneteweyî Safa MSEHLİyê ku derheqê facîayê de daxuyanîyê da, got ku keleka ku ji Senegalê bi rê ketîye û tê de ji 100 kesan zêdetir mirov hebûne li peravên Giravên Yeşîl Burunê bin av bû.

MSEHLİ, destnîşan kir ku di bûyerê de 63 koçber canê xwe ji dest dan 38ê wan jî bi saxîtî xelas bûn.

Giravên Yeşîl Burunê, li ser rêya koça behrê ya ku diçe Giravên Kanaryaya Îspanyayê ye ku ew jî derîyekî yê ku ji Yekîtîya Ewrupayê ye re tê vekirin e.

Bi hezaran miltecî û koçber yên ku ji herb û tinebûnîyê direvin, her sal ji bona ku ev rêwîtîyê derbas bikin ev talûkeya canî didin ber çavên xwe.

Li gorî daneyên Rêkxistina Koç a Navneteweyî di sala 2022yan de nêzê 600 kesên ku dixwazin xwe bighêjînin Giravên Kanaryayê canê xwe ji dest dabûn.

Di şeş mehên ewil a vê salê de jî 15 keştî di wê rêyê de qeza kiribûn û okyanûs ji 126 kesan re bûbû mezel.

Dîsa di peravên Dakara paytexta Senegalê de di meha Tîrmehê de keleka ku koçber tê de bûn bin av bûbû û herî kêm 15 kesan xeniqîbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir