• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Weqfa Êtîman zarokan kêfxweş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarîya cil û bergên Weqfa Êtîman ji bo zarokên hewcedar berdewam dike. Weqfa Êtîman ku li gelek bajar û navçeyan cil û bergên xwe pêşkêşî xwendekaran dike, êtîm û sçwîyan bi vê şeklê kêfxweş dike.

Temsîlkarê Weqfa Êtîman ya Entabê, gihişte bi dehan malbatên ku ji ber zêdebûna bihayan di kirîna cilan de zehmetî kişandin.

Weqfa Êtîman ku ji serî heta binî cil û bergên zarokan ji zarokên êtîm û sêwîyan re belav kir, wan gelekî kêfxweş kir.

Nûnerê Weqfa Êtîman ya Entabê Eyûp Yuzgeçê ku der barê alîkariya ku wan belav kir de agahî da, diyar kir ku wek Nûnerê Weqfa Êtîman ya Entabê ji bo sêwiyan cil û berg diyarî kirin.

Yuzgeç ji hemû kesên ku zarokan kêfxweş kirine re sipasîyan kir.

Yuzgeç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku bextewariya zarokan wek bextewariya dinyayê ye û diyar kir ku proje dê tevahiya salê bidome û ji bo projeyê jî ji xêrxwazan piştgirî xwest. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir