• DOLAR 32.689
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2443.527
  • ...
Zêdebûna fîyatên fahîş yê tûpê xelkê mexdûr dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûpa biçûk a malê 100 lîre, tûpa mezin a 12 kîloyî jî derket 500 lîreyî. Welatîyan ji ber ev zêdebûnîyê nikarin xwarinên xwe bipêjin, ji fîyetên zêde re jî bertek nîşan dan.

Yusuf Akê firotvanê tûpê ku diyar kir ew ji zemên ku di demên dawîn de ji tûpê re hatîye fêhm nakin ku ji ber çi hatîye, ji ÎLKHAyê re got ku ew cara yekem e ji tiştekî ewakî re şahid dibin.

“Piranîya xelkê ku tûpê bikartînin mirovên feqîr in”

Yusuf Akê ku îfade kir zêdebûna fîyetên tûpê karê wan bi xerabî tesîrdar dike weha got, “Me mehekî berê tûpa 12 lîtreyî bi 340 lîreyî difiroşt. Hetta fîrmaya tûpê kampanyayek çêkiribû û tûpê bi 280 lîreyî difiroşt. Me jî ji welatîyên xwe yên ku dihatin tûpê bistînin re alîkarîyê dikir ku bira bi kampanyayê tûpê bistînin. Lê niha fîyeta tûpa 12 lîtreyî bûye 500 Lîre. Piranîya xelkê ku tûpê bikartînin mirovên feqîr in.”

Akê ku got li gorî meha borî firotinên wan gelek kêm bûye, ji ber zemên ku tên kirin roj bi roj karên wan kêm dibe.

“Em nizanin ku mehekî paşê wê çi bibe”

Akê ku ragihand mirovên ku tênê tûpê bistînin dema ku fîyeta wî hîn dibin bi destê vala vedigerin weha axavtina xwe zêde kir:

“Gelek însanên ku ji gundan û malan tênê ji bona ku ji xwe re tûpê bistînin û dema ku fîyeta tûpê hîn dibin bi destê vala vedigerin diçin mala xwe hene. Piştî pandemîyê zêdebûneke ciddî çêbû lê di vî 15 rojê dawîn de ji tûpê re 2 caran zem hat. Yanê ji tûpekî re 150 lîre zem hat. Em nizanin ku ew ê mehekî paşê wê çi bibe. Daxwazîya me ya ji rayedaran ev e ku bira fîyetan bidin sekinandin û bira ji vê zêdebûnîyê re dest bavêjin.”

“Em êdî wek demên berê şîvên xwe çêdikin”

Welatî Farîs Olgunê ku hat ji xwe re tûpê bistîne weha got, “Êdî em nikarin tûpê bikar bînin. Me êdî li gundan wek dewrên berê dest bi pijandina şîva xwe kir. Kî dikare tûpekî bi 500 lîreyî bistîne? Dibe ku însanên ku meaşên wan başbin bistînin lê însanên feqîr ew ê çawa bistînin? Êdî em disekinin ku bira li hember vê bahabûnîyê tiştekî bê kirin. Bi lez û bez lazim e ku ev zem bên sekinandin û fîyet bên daxistin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir