Li Colemêrgê li dijî PKKê operasyon: 23 binçavî
Walîtîya Colemêrgê, daxuyand di encama operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 23 şikdar hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji teref wezîfedarên me yên Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve xebatên eşkerekirina fealîyet û çalakîyên PKKê ya rêkxistina terorê didome. Di encama xebatên hatin kirin de; di operasyonên ku li dijî aborîya rêkxistina terorê û endamên terorê hat kirin de 23 şikdar hatine binçavkirin û piştî karên wan ew ê ji dadgehêre bên teslîmkirin. Wek Midurtîya Ewlehîya Bajêr ya Colemêrgê, micadeleya bi sûc û sûcdaran re ew ê di çarçoveya qanûnan de bidome.” (ÎLKHA)