Li Mûxla û Îzmîrê koçber hatin qefaltin
Ekîbên Fermandarîya Ewlehîya Sehlê, 61 koçberên li cîhên cuda ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn şîyandin xelas kirin, 87 koçberên neqanûnî jî qefaltin.
![Li Mûxla û Îzmîrê koçber hatin qefaltin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/un4DyLTiJji078YUgaUZZ32980c=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/33/li-muxla-u-izmire-kocber-hatin-qefaltin-142def71.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li peravên navçeya Bodruma Mûxlayê di encama 2 bûyerên cuda de 61 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn şîyandin hatin xelaskirin.
Li navçeya Dîkîlîya Îzmîrê jî di encama 3 bûyerên cuda de 87 koçberên neqanûnî hatin qefaltin.
Koçberên neqanûnî, piştî karên wan ji Midurtîya Îdareya Koç a Bajarê re hatin şîyandin. (ÎLKHA)