• DOLAR 32.346
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2389.091
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Bira rayedaran bi cil û bergên sîvîl derkevin bazarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kongreya Asayîya 4emîn a Navçeya Yenîşehîra Navend Dîyarbekirê a HUDA PARê di Navenda Kongreyê û Çandî ya Sezaî Karakoçê hat lidarxistin.

Ji Kongreyê re Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Giştî Metîn Kaya, Serokê Bajarê Vedat Turgut, Endamên GÎKê û Serokên Navçeyan beşdarî bûn.

Kongre bi xwendina Quranê dest pê kir û bi daxuyandina rapora teşkîlata navçe berdewam kir, Muzaffer Beberê Serokê Navçe jî di bernameyê de axavtina vekirinê kir.

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, bi tevî xebatên partîya xwe vîzyon û mîsyona partîya xwe jî qal kir.

Dînç, di axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên aborî, êrîşên ji sazîya malbatê re, talûkeyên ku li hêvîya ciwanîyê ne de balan kişand û ji hikumetê re çend peyaman şîyand.

“Wê bi tevî HUDA PARê ew ê şaredarî ji rojeva îhaleyan derkeve”

Dînç di axavtina xwe de îfade kir ku xizmet tenê di Meclîsê de nayê kirin, bi tevî vêya bireveberîyên mehellî jî ji bo xizmeta ji xelkê re amûreke mezin e û wî weha got, “Ji îro pê ve gerek em dest bi kar bikin û bi tevî rêya ku navenda me nîşan bide em ê bi eşq û coş xebatên xwe bidomînin. Her kolan, gund, tax û ceddeyên ev bajarê li hêvîya me ye. Ewê bi HUDA PARê şaredarîyên me di rojeva îhaleyê de derkeve û wê xizmetê bike rojeva xwe, ew ê bi îsrefa di nav dewletê de heye dawî bike, ew ê êdî ti kes şaredarîyan wek derê debarê û dewlemendbûyînê nebîne.”

“Bi peyman û qanûnên îthal yên ji derve sazîya malbata me tê hedefgirtin”

Dînçê ku derheqê talûkeya ku li ser sazîya malbatê heye de kişand weha got, “Malbatên me yên ku bi kevneşopî û nirxên xwe re girêdayî ye mixabin bi tehdîda emperyalîzmê re rûbirû ye. Sazîya malbatê sazîyeke miqedes e. Divê ku mitleqe ew bê parastin. Encax ji ev sazîya miqedes re derbe tê kirin. Bi peyman û qanûnên îthal yên ji derve sazîya malbata me tê hedefgirtin. Bihevrebûna bêzewac, zîna bi sûc nayê hesibandin û bi tiştên curbecur tên teşwîqkirin.”

“Bikaranîtina tiryakê zêde dibe”

Dînçê ku bal kişnad tiryaka ku di serî de dibe sedama şîdeta ji pîrekê re roj bi roj zêde dibe, wî qala lêgerînên ku di vî warî de hatine kirin kir û weha got:

“Di lêgerîna ku 7 sal berê hat kirin de li Dîyarbekirê 75 hezar însan tiryak, 15 hezar însan jî metamfetamîn bikartîne. Haya me jê heye ku di vê wexta ku li ser wê lêgerînê hatîye kirin de derbas bûye ev hejmar jî zêde bûye. Ger ku em ji vê rewşê re nebêjin bisekine ew ê di vê rewşê de malbateke bi hizûr wê çênebe. Di rewşeke ewakî de ne ku malbateke bi hizûr ji dêla wî ew ê agirekî derkeve. Ev agira ku derketîye malan û malbatan xera dike.”

“Perwerdehîyeke neteweyî yê ku nirxên bawerîya me têde tinebe ew nabe perwerdehîyekî netewe”

Dînç derheqê perwerdehî yê de jî axivî û weha got, “Em dibêjin ku perwerdehîyeke rojavayî na bira perwerdehîyeke neteweyî hebe. Model û mifredeteke perwerdehîyê ya ku aîdê me ye, nirxên me tê de heye, kokên menewîyeta me di nav xwe de dihewîne hebe. Em tev zanin ku ji dara xwar xêza rast dernayê. Bi rastî em dareke rast didin lê xêzeke nerast jî di destê me de namîne. Zarokên me yên ku tên hedefkirin di dersên xwe de yekem bin, di exlaqa xwe de yekem bin di dibistanan de ji vê hedefê dûr tên perwerdekirin. Zarokên me ji malbat û çanda xwe re tê biyanîkirin. Perwerdehîyeke neteweyî yê ku nirxên bawerîya me têde tinebe ew nabe perwerdehîyekî netewe. Xwendekarekî yê ku li gorî bawerî û kevneşopîya xwe nayê perwerdekirin ew xwendekarekî neteweyî nabe.”

“Xerckirinên ji bo bernameyên îsrefê qebûl nakin”

Dînçê ku  derheqê vê pêvajoya krîza aborîyê de bal kişand ku ew ê herî zêde ji vê krîzê tesîrdar dibe ciwanî ye weha got, “Ji 3 bêkarîyê yek mezûnê zanîngehê ye, ciwanê ku dixwaze bizewice ji ber tinebûna meddî nikare bizewice ye û ji ber vê yekê çareyê jî ji derketine derveyê welat dibînin; zarokên me yên ku ketine nav belaya tiryakê hene. Ew qas pirsgirêk heye, lê em xerckirinên ji bo bernameyên îsrefê qebûl nakin.”

Dînçê ku derheqê îsrefa ku şaredarîyan dikin de balan kişand weha axivî:

“Bi milyon dolarên ku ji bo kêfa çend seatê re tên xerckirin ji xwendekaran re mirov dikare bursan bide, ji hezaran ciwanan re mirov dikare alîkarîya cihêzê bike an jî ji bo ciwanan mirov dikare îmkana karê çêbike. Divê dev ji van bernameyên îsrefê yên ku ji kevneşopî û bawerîyên me re tersin bên berdan. Divê bernameyên ku ji ciwanan re armac, hedef û xayeyan çêdikin bên kirin. Divê ku bernameyên ji ciwanan re bawerîyên wan tînin bîra wan bên tertîpkirin.

Em wek HUDA PARê bawerîya me ji ciwanan re heye û em di sîyasetê de ji ciwanan re wek bi çavê eşyayê nanêrin, em ji wan re bi çavê ozneyê dinhêrin û ji wan re rê vedikin. Em ciwanîyekî ku menewîyata wî bi qewet e nirxên xwe di nav xwe de helandîye hedef digrin. Em ji bona ku îhya û îrşada ciwanîyekî ewakî jî bi şev û roj dixebitin. Em bawer dikin ku ew ê ciwanan xwe bi HUDA PARê kêfxweş û bi hizûr hîsbikin.”

“Tedbîrên teserrûfê yên ku di dema krîzan de tên kirin divê wek ku çawa hewceye bê tetbîqkirin bira wisa bê tetbîqkirin”

Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got, “Pirsirêka qonitan yê ku bi zêdebûna malîyetan bûye pirsgirêkeke mezin, kirêyên zêde yên fahîş, zemên ku tên kirin û pirsgirêkên debarê li ber me disekine. Divê ku tedbîrên teserrûfê yên ku di dema krîzan de tên kirin divê wek ku çawa hewceye bê tetbîqkirin bira wisa bê tetbîqkirin. Xeyn ji xercaneyên mecbûrî divê di xerckirinan de teserrûf bên kirin. Divê ji îsref, liks û şatafatê bê dûrketin. Yên dawîn em dibêjin ku bira rayedaran bi cil û bergên sîvîl derkevin nav bazarê.”

Di kongreyê de bi dengdayînê ji Serokatîya Navçe ya Yenîşehîrê re Mehmet Demîr hat anîtin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir