Li Îranê bahoza qûmê
Hat diyarkirin ji ber bahoza qûmê ya ku li Îranê bi bandor bû 733 kesan serî li nexweşxaneyan dan.
![Li Îranê bahoza qûmê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/oQdwAyjTzJaZlTQTcdxeLdQByg8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/32/li-irane-bahoza-qume-6c55be24.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
733 kes bi giliyên curbecur ji ber bahoza qûm û tozê li wîlayeta Sîstan-Belûçistan li başûrê rojhilatê Îranê serî li nexweşxaneyan dan.
Serokê Rewşa Lezgîn a Sîstan-Belûçîstanê Mecîd Muhibbî jî got, "Ji ber bahoza qûm û tozê di nava 3 rojan de 733 kesan serî li nexweşxaneyên bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên bakurê Sîstan-Belûçîstanê dan. Ji van kesan 58 kesan. rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin."
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sîstan-Belûçistanê Muhsîn Heyderî diyar kir ku ji ber zêdebûna tozê li hewayê dîtinê li Zabulê 3 kîlometre û li Zehekê jî 2 kîlometre kêm bûye.
Di daxuyaniya Walîtiya Sîstan-Belûçistanê de hat ragihandin ku ji ber bahoza qûm û tozê îro li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûzê karê sazî û bankayên dewletê hatin rawestandin. (ÎLKHA)